A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Tu Jî Mîna Min î
171 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Tu Jî Mîna Min î

Tu jî mîna minî
û....
û....
Ez biyaniyekim
min ji mêj
temenê xwe sipartiye
demsala serxweşiyê
û serxweşiya xwe sipartiye
Piyaleke din
û din.
Dergehên dilê xwe
di laşê mêraniyeke sitûxwar de
veşartine
Ji siya hebûna xwe re
li nasnameyekê
digerim.
***
Tu mîna minî
û..
Ez xwînî me..
Di xencerê de şûna pişta min
Mîna dafka kewê,
Xwe veda ye.
Ez hîna dilopek
şîr bûm
ji pişta lerzîneke
şeveke zivistanê di ketim
malhêvana çêbûneke
tîr,
Peymana bi darvekirina
xwîna min
li Mehabadê hatibû
rêsan
Ez xwînî me û hîna jî
Ji dû şopa birîna min
venegerîne
***
Helbestekim
Kevirên şorerşê
ji qorziyên şikestina xwe
berhev dikim
û gewdê hilweşîna xwe,
Pûtê hesinkarekî
Di hestiyê serhildanên ku
xwe ji zinaran werkiribûn de
dikolim.
Riwê hilweşîna xwe,
wêneya keziyên şewitî
Ji rengê xewnê ku
mîna dilê Xecê
bi ser birînên xwe de rijyan
nîgar dikim.
û hîna jî helbestim
Di kernevala ser jêkirina
komarê de
mîna çirayekê di şewitim..
... Di şikêm û
Ji qorziyên şikestina xwe
kevirên şoreşê
berhev dikm.
***
tu jî mîna minî hevalê
lê ez bi tenê me
û ji tenahiyê bûme
karwanekî rêwiyan...
dilê min di cejna
dînbûna xwe de
mîna sînorekî
li sitiriyên rêwîtiya min
hatiye hûnan
.....
şopvanê rêya min
hîna ne westiya ne
çavên wan li rojhilat e
ku li stêra min di gerin
carna li ser gora felekê
sitranan di çînin,
çaxê ku Adar di singa
tembûra Mihemmed şêxo de
Kulîlk vedide.
.....
Di hembêza dayikên
şemiyê de
Pêrgî wêneya
windabûneke min
tên.
şopvanê rêya min
çavên wan ber bi
rojhilat e ku
bi çiyan dkevin
di gewdê birîna mnî
germ de
nimêja berbangê di xwînin
li ser darbesta min
nexşeya rêwîtiyeke nû
radixin û
…..
Carna mîna çavên
zeriyeke fedyok
çîroka evîna xwe û rojê
di paş bijbnkên şevê de
vedişêrin
Carna jî li zagrosê
di bin aşûteke berfê de
ji nişkave…
…radizin
…radizin
…radizin
***
tu jî mîna minî
…he…
…va…
…lê…
lê…. Li min bibûre
ez ji duh ve
bi taya bayê bêrîkirinê,
sî salan
şewitîm
bûm pelek dûman
û...
bûm...
.....
min bi bexşîne
...... bi xatirê te