A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Şevek Zîz
119 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Şevek Zîz

Hemû çirayan vemirîne
Herdûyên xwe vêketî bihêle
Jê û pê ve
Ez ê bixwe li rêya xwe
bigerim

***

Memikên te ji fedya ranedizan
Ew cara pêşî bû
serê xwe datanîn ser balgiyek e
tazî
Jixwe nivîna min
ji xewa ket
cara pêşî bû
singa xwe ji ahînên mê re vedikir..!!

***

ez êdî nikarim nexşeyan bixwînim
va ye keştiya min bi deryaya te ket
ku ez gihiştim peravên giravê
ji bîr neke
herdû masiyên zîv ji ber kaniyê bide alî
bila keştîvanê min
cara dawî
berî berbangê
xwe di ava şêrîn de
bişo…

***

her ku pêla dilbijokiya te bilind dibe
stêrek ji memikên te yên
şemîtok
dirije nav tiliyên min..
ku dadikeve
dilopek şîr ji pişta min
bi ser ahînên te de
dimeye…!!

***

di nava destên te de ji tihna şewitî
berde!
bila bîstikekê di kaniyê de
bileyize…!!

***

min ji te re digot
tiliyên xwe yên mizawir
bernede nav şikeftên min
Te digot
yê ku dêwan ji xewê şiyar dike
dizane wan di kîjan dergûşê de
bilorîne..