A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Mîna Mûmekê
98 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Mîna Mûmekê

Mîna mûmekê
Domikên dawî
Rûpel bi rûpel
Di şûşeya salnameyê
serxweş
dişewitîn
Ev salên serxweş
mîna feleka min
Ev salên şil
razan
mîna çavên dayika min
Ev sal ,
Bi lez bi lez hatin û
mîna bihara welatê min
Berî barîna evîna yekemîn
şûşeya sersala zayîna xwe
vexwarin û
çûn
wisa jî
Hemû mêvanên te
Xewn bi xewn
Mîna
" mûma li ber bayê ´
hatin
piyalek şev jî
venexwarin û
berî barîna azadiya
yekemîn
xewna sersala şewata te
şikandin û
çûn