A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Kobanê
139 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Kobanê

Konek min heba
Di deriya çavên tede
vegirta
Minê hemû germa havîna te
Di deriya evîna xwede
bişûşta
Minê ji vê şeva tey
fedyokre
çiroka rojên tey dirêj
û westiyay
bixwenda.
Xweziya vê havînê li şûna
kaniyên tey miçiqî
firek av
bidîta
Minê pirsa wan bikira
ku çûn û nehatin
û bihna şewatê!
çîroka axa dipaniya
lingê şivanê sêzdesalîde
qelişîbû
li wî gundê jorîn
Ka ji minre bêje şivano
zarokên vî gundî çima
nagirin ..?
Dibe ku li hêviya biharê
dikenin.
Yarek min heba
bila navê wê
kobanê
bana
Minê ji herdû lêvên wê
ji deriya çavên wê
firek av vexwara
yek jî bida
piçûkan
Bila paşê bigota:
yara te jî xwe
şewitand