A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Jibîrkrin
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Jibîrkrin

Pêjna kenê te
mîna pûtekî kevirî
di nava bîstikên bêrîkirinê de
çikandim ,
li ber deriyê mizgeftan
hezar carî , şikandim
û li ber serê mirinê
kevir bi kevir
li goristanan gerandim .
pêjna kenê te
piyalek mey
di nav teliyê olperestskî
kalemêr
bi ser desmala dîlbera ciwan de
rijandim
mîna helbestekê , ji nişkave
ji hiş revandim
û wekî baraneke bê demsal
bi ser taya hevokan de
barandim.
Ez di tirsim îro jî bişkêm û
birijim !
Kezî zer ;
te çawa
leglegên gundê me
hînî bêrîkirina biharê
kirine ,
xecxecokên şermok
hînî diziya ramûsanan
kirine ,
te çawa ,
asman û deriya
hînî rengê çavên xwe
kirine ,
min jî hînî
jibîrkirinê
bike
bila îro
pêjna kenê te
mîna pûtekî kevirî
carekî din
min
neşikîne