A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Helbestên Te
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Helbestên Te

Helbestên Te Yên Duh

.......
gelek sersal
bêyî ku şopên xwe winda bikin
di gundê te re derbas dibûn...
gelek zarok
bêyî ku xatirê xwe ji te bixwazin
ji temenê te bar dikirin

.........

piştî hemû sersalan
dîsa gelek malikên helbestên te
yên duh
mîna xwe mabûn
asman
şevên sersalê
gundê te yê bi du navan
rêya tirênê ya hesinî...
tenê keziyên te dirêjtir dibûn
û bejna te
mîna şaxên Lavlavkê
bi neynikan ve hildikişya....

..........

nayê bîra te
tu cara yekemîn di kîjan
neynikê de
hînî xwe bûyî
nejî neynik dizanin
di kîjan wêneya zarotiya te de
cara yekemîn
şikestin.....

.......
***
Helbestên Te Yên îro

neynika te ya duh
êdî têra xwendina
wêneyên te yên îro nake.....

......

ne hindikin
malikên ku mîna te
mane
mîna te dikenin
mîna te digirîn
mîna te radizin
mîna te keziyên xwe şeh dikin......

nehindikin
malikên te yên ku îro
heme îro
bi tîerkê
ti kuştin
bi tîrekê kuştiyên te zindîkirin...

......

neynika te ya duh
êdî têra xwendina
wêneyên te yên îro nake...!!
sersalên ku di rûpelên bîranîan de
bûbûn payizeke zer..!!
hevalên ku têra
xwendina fincana te jî
rûneniştin..!!
şevên zivistanê yên dirêj..!!
berçavka te ya ku
di nav toza xatir xwestinê de
westiya
westiya...!!
û
dumana cixareya te ya ku
têra veşartina bîstikek bêrîkirin jî
nake..!!

.......
nayê bîra te
tu di kîjan malikê de bûyî
axîn
nejî axîn dizane
di kîjan wêneyê de
konê xwe li ser riwê te
vedaye..
.........

***
Helbestên Te Yên Sibe
........

payizek û
gelek demsalên din..
kenek û gelek giriyên din..
derya û asman û
gelek rengên din..
evîn û
gelek razên din
helbest û
gelek
malikên din
neynikek û
gelek wêneyên din...