A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Heft Çîrokên Şevekê
138 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Heft Çîrokên Şevekê

çîroka Yekemîn

Baran dibariya.
.............
Gundiyekî ji gundiyan di pirsî !!
- Ewê ku duh êvarê
Ta bi asmanê harbûnê
Bi ser xewnên me de di....??
- Yê ku baran dibarî ewr bû !!
- Lê yê ku di girî ?
- Ew bû ew......!

çîroka Duemîn

Baran dibariya.
..........
Rabe em di pêsîra vê şevê de
xewnên xweyî
tazî
binixumînin.
li vî gundî
şev
şerme…..

çîroka Sêyemîn

baran dibariya
..........
şevên baranê
ji şopa karwanê bazirganan dirêjtirin.
Hemû rêyên hevrimêş
Di zozanên te de
Rastî vê şevê hatin.
îşev jî
Min bikire
Min bifroşe xwe...û
Bejna min
Bost bi bost li xwe
Bi pîve...!
îşev jî

çîroka çaremîn

Baran dibariya
.......
Riwê dayika pîr û
Wêneya hespê şînboz
Ji poşmaniyê
bûn nivînek xwîn
û bi ser şeva Memê de
rijiyan...
"Hoy hoy Memo
hespê Memo şînboze
jaro dilo Memo
hespê Memo şînboze"

çîroka Pêncemîn

Baran dibariya
..........
ev zagonên we
giloverin
giloveeaaaar
.....
ji wê rojê de
Galîlo bi darvedikin!!

çîroka şeşemîn

Baran dibariya
...........
ji zindanan nameyek hat
dibêje:
ji min re pelek şev rêkin
ezê ji we re riwekî azadiyê
nîgar bikim..!!

çîroka Heftemîn

Baran dibariya
.........
-bi xatirê te..
..........
ji şerma mêraniyê
hêstirên xwe di kenê wê de
di kuştin....
- di be ku careke din
sev pêrgî me neyê,
lê her ku baran bi bare
ji bîr neke.....
.....bikene....
bixatirê te!!
........
baran dibariya
............
Gundiyekî ji gundiyan di pirsî !!
- Ewê ku duh êvarê
Ta bi asmanê harbûnê
Bi ser xewnên me de di....??
- Yê ku baran dibarî ewr bû !!
- Lê yê ku di girî ?
- Ew bû ew......!
........