A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Derya
162 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Derya

Ez..
Her êvar
navekî xwe
li ser wêneya zarokekî
nîgar dikim û
li wê derê, ku
hemû reng di bin
derya,
ez jî li pey qeyîka
hêviyên westiyayî
bi ber pêlên deryayê
dikevim,
Ji sibê re li navekî
di gerim.
Lê îro..
ne ez dizanim navê min
bûye çi..!
ne jî ev derya..
Ev derya,
nizanim ne ez biyanîme
...ne ew,
lê dizanim ku îro
me herdwan
di kûrahiya bê dengiya xwe de
gellek û gellek
nav
li ser wêneya bîranînekê
nîgar kirin
û
li wê derê winda kirin.