A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Necîm - Cejn
248 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Necîm - Cejn

Xweziya tu tiştekî din bana
Tiştekî min bana
Tiştekî ji bilî ku ti niha
Ewî…
Dayik ba
Xwişk ba
Rengê ezman ba
Yara min ba
Yan jî tiştekî din
Tiştekî ji bilî ku ti niha
Ewî..
û salê carekê
Cejn pêrgî şeva min û te
Bihata
Wê hingê
Ezê di hembêza
çîrok û çîvanokên te
Razama… razama…
û
Berê sibê
Ku te giriyê minî xilmaş
Bidîta
Te yê bizaniya ku
Di hembêza cejna te de
Girî jî biqasî
Ramûsanekê
Xweşike.
Wê hingê
Te yê hêstirên minî ku
Ji mêj bêriya riwê te kiribûn
Ji xew şiyar kira
û
Te ji min re
Yan min ji te re
Bigota
…cejna te pîroz be….
Minê rojekê
Kurte çîroka evîna
Derya û azmanan û rengê
şîn,
i tere bi gota
lê heger ku ti tiştekî din bana
tiştekî ji bilî ku ti niha
ewî
dibe ku carna
min ji tere bi gota
Dayê…
Xwişkê…
û carna jî yarê
Lê salê carekê
Ku cejna te
Li asoya desta Eyindîwerê
Pêrgî rengê evîna min û te
Bihata,
erê sibê
Teyê hêstirên minî
Ku ji mêj bêriya
Kenê te kiribûn,
ji xew şiyar kira
û te jimin re
yan min ji tere
bigota
…..cejna te pîroz be….