A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kemal Badilli - Şivên Ra
93 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kemal Badilli - Şivên Ra

Şivano doş dibiy best û diyaran
Nabîniy qe ruyê derd û xedaran
Şa dibiy tu her gav bi berx û karan
Ji wan berxan yek jî ez bûma xwezî.

Şuştî te dilê xwe ji tevînê
Kiş dikiy keriyê xwe çaxa şevînê
Tu dibiy hevalê dil û evînê
Ji hevalan yek jî ez bûma xwezî.

Pif dikiy bilûrê di şevên tarî
Çi dibêy wan ra bi kîjan zarî?
Kom dibin dora te dikin guhdarî
Ji guhdara yek jî ez bûma xwezî.

*Çavkanî: Antolojiya Edebiyata Kurdî, Amadekar: Mehmed Uzun, Tüm Zamanlar Yay., cild 1, 1995, r. 433
Helbestên din ên Helbestvanî/ê