A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kejal Nûrî - Ger Li Parîsê Jiyabam
517 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kejal Nûrî - Ger Li Parîsê Jiyabam

Ger li Parîsê jiyabam
Minê li her kolanekî, nemamek bişewitanda
Li her taxekî, camê erebeyekî bişikanda
Bi siboxa hemelşina sor,
Li ser camxaneya hemû marketan binivîsanda û
Firçeya Salvadur Dallî bianiya û
Mal bi malên wî bajerî sor bikira,
û dar û berên şanzêlîzê (Champs- Élysées)
Weke kevirekî xwîniyê li ser lotika Qendîlê,
Piştî şehadeta her gerîlayekî, bixemilanda.
Min li berdem derê her malekî, alayeke Kurdistanê diçeqand,

Ger li Parîsê jiyabam
Bi siboxa reş,
Li ser rawestegeha hemû otubusan binivîsanda:
Hûn bûn yên peymana Saykis Pîko îmze kir
û li Lozanê, dîroka kurdan gehande roja îro.
Ger li Parîsê jiyabam,
Niha weke Eliya Macîd,
çend jinên por zer û çav şîn têde hene
Tazî bikira û alayeke Kurdistanê li wan werpêçaba,

Ger li Parîsê jiyabam,
çiqas gilopên dartêlên bajêr hene
Bi berê darlastîkê bişikanda û
Li şûna wan, kite pêlava gerilayekî şehîd, heldiwasî…
û ji bo bangevaziya mafê mirovan, bikira sembola afirandinê!

Ger li Parîsê jiyabam,
Minê kewalîsa li ser dika şanoyan têk bida û
Posterên hemû pêşangehên hunerî biçiranda

Ger li Parîsê jiyabam,
Minê ji dûr ve hemû beşdarên konseran bida ber keviran û
Ji wan re bigota:
Min dawiya Mozart, Bax û şopenhawêrê we ragihand.

Ger li Parîsê jiyabam,
Minê li zengila deriyê hemû malan bixista
û bigota: lazime hûn hemû deqeyekî bêdeng bin,
îro, Qasimlo li bilindtirîn dêra bajêr e,
Zengila sersaxiyê lêdide û
Ji ber terora sê jinên Kurd,
Dîroka we dixe jêr pirsiyaran,
Bajarê we diherikîne…

Ger li Parîsê jiyabam
Min şa (Kilufîsê yekem) ji gorê derixista
Jêre bigota: lazime ji bo ezemeta şerefa şahnişîna ferengê,
Bi şahzade Luyîs re
Li pêşî bimeşin û darbesta (Cansizê) helgirin ser milan

Ger li Parîsê jiyabam,
Min (Alp) ji cîhê xwe ladida
Vediguheste nav jora Apo, li girava îmraliyê û
Bikira qelayek bo bakurê Kurdistanê
Bi zilleyekî (îfêl) bixiste ser layekî û
Agirê Newroza îsal bibira ser (Elmun Bilan)

Ger li Parîsê jiyabam,
Min îro programên ekrana hemû TV yan Hack bikira û
Peyamek bo kurdan bixista ser erkranê:
Werin em hemû, sibê li ser gora şarilman, dest bi xwepêşandanê bikin.

Ger li parîsê jiyabam,
Min bi yek rojê topogirafiya ‘Galê’ helweşanda
Di nava hefteyekî de, dêmografiya şahnişîna ferengê bişêwanda

Ger li Parîsê jiyabam,
Minê çil rojên sersaxiyê bibira mala Oland û
Jêr bigota:
Ji ber çi ew bajarê te,
Ku ji bo Ocalan xîweteke aram têde nebû,
Niha pirre li gulle û terorîstan û
Siloganên terora gelekî bê navnîşan û bê nasname?
Axxx ger li Parîsê jiyabam!!!

Ji zaravayê Soranî: Dêrsim Oremar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê