A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kejal Ahmed - Yarê Min
442 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kejal Ahmed - Yarê Min

Yarê min...
Bêstûn bo min kun nekiriye
biyaban jî nedaye ber pê
Li Stenbol
helbest nenivîsiye bo çavên min
pêş çavê niştiman
Ji ber ew ne Ferhad e
ne Nalî
ne Mecnûn
Lê belê
bi pîvanên vê serdemê
yarê min
bi xwe şahsiwarê leşkerên eşqê ye
û şahê evîn e
Ji ber ku karî dilê min kun bike
biyabanan êşên min gîsin bike
û di dema mirin û li şûnhiştinê de
niştiman bo min bike helbest...
û pêkenîn!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê