A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kejal Ahmed - Qehweyek Li Gel Wî
462 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kejal Ahmed - Qehweyek Li Gel Wî

Zilameke ji çav
lê belê mixabin...
wan ateşgehan nabîne
ku di hebûna min de vêxistiye
tiştekî jî nabêje!
Keseke ji nêrînê
lê belê seyr e
di germa şeydabûna min de
hîna ji hiş xwe neçûye
û nedinale!
Min qehwa xwe ya tal
bi şekirê axaftinên wî vexwar
Min qehwa xwe ya reş
bi rengê çavên wî yên kal firda
Min qehwa xwe ya germ
bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir

Min qehweyek vexwar
yan jiyana min
ji dûmahiyê de du car dest pê kir
Ji mêj de min ji bîr kiribû
dilek heye li vir
li hêla çep
ta digre
dema alava eşqê lê dide
Temen ji bîra min çûbû
deziyekî zirav e
bi dû kulareyekê ve
em nizanin kengî...
û bo çi...
û li ku...
diqete
"Ew" du çav in
firehtir ji gerdûn

Zilamekî ji serenc e
ji efsûna nêrînê
kitêbek e ji azara bûyera Kerbela.
ez jî dilopek firmêsk im
hindek maye dûbask bibim
ji şevbuhêrkê
sîmayek im dibe wek dayika wî be
Zilameke ji hesin
keçek im ji hevrêşim
hindek maye biçim
û ji ber xwe ve bikenim
Wextî ji xweşî bimrim
ji ber ku bi tenê
min qehweyek vexwar di gel wî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê