A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kejal Ahmed - Ballinde
700 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kejal Ahmed - Ballinde

Bepey tazetirîn polîn, Kurdekan
Ser be regazî ballinden
Awetane leser parey zard û drawî mejû
Koçer in û be karwanî sefer da enesreynawe
Balê! Kurdekan ballinden
şwênîş namêne azaryan begirête xoy
Wehmî geştî
Newanî germiyanekan û
Kwestanekanî niştiman edozinewe
Boye min l’em seyr niye
Kurdekan efirên û
Wilat be wilat egerên û her nabên
Be xawnekî seqamgir u şarestanî
Ne hêlane bexoyanewe ebînin
Ne le dowa nişteweyekiş da
Sar le Mewlane eden û epirsin le halî
Ne xoşyan eken be qurban
Tozî rêgay badekî xoş mirûr wek Nalî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê