A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamran Simo Hedilî - Hatime Jibîrkirin
138 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamran Simo Hedilî - Hatime Jibîrkirin

pencera biharê hatiye girtin
û pelzeriya payîzê dixuye
xwedewenda şadiyê reviya ye
û ewr
giriyê sorxemgîniya min in
baranê li deşt û çiyan dibarîn im
xeyalên bênavnîşan
şevkoriya şevê nîşanî didin
bi evîna tî bûna xwe
bi hesreta dîn bûna xwe
dilê jînê dixime dilê xwe
û giyanê xwe didim jiyanê
di zilma êrîşan de hîcran im
Nesrîn û Zerîfa
jankêşiya Dêrsim û Enfalê dizanin
wênê wan
xwe di hişê min de veşartiye
gulên êşê
baxçê dilê min xemilandin e
xunava mijgulên min
mizgîniya derengmayî ye
birîna azadiyê
di pencera bîranînan de efnik girtiye
ne serdikevê û ne têkdiçê
ne diçê û ne jî tê
ne laleyên piyên min dişikin
û ne jî di vê şermê de dimirim
strana reşgirî para min e
min bi min didê kuştin
bi kujerê xwe re ketime pêşbirkê
li nav jîn û mirinê
li xurura xwe digerim
rengê gulê
di hêviyê de ye û bêhna we bi min re ye
di temenê dara bêxew de diponijim
kolanên fira awiran
gera li nav davên girtinê ne
senfoniya mirinê
ahenga sernekeftinê distrênê
li ber deriyê şikestî
li bende tîrojên stêra fereca xêrê me
di kefa mista xwe de dimeyînim
rondikên welatê evînkuştî
demê
li ber çemê dirokê jibîrkirim
di nav bizava xwe bibîranînê de me
şev rojan radimûsin
bêdeng baran bi ser min de dibarê
jana tîrên jahrê
di mêjiyê min de dijenê
qêrînên bêdeng
biqasî bêdengiya ketina pelên payîzê bêdeng in
dengê min
di dengê şevê de dengvedide
çira vînê
holejînê ronî dike
loriyên min
zayîna pirpirîkên jînê ne
hevok di helbesta min de radiperin
dilê min ji dengê çûkan tijî dibe
kortepista biharê
di nava min de dilepitê

07.09.2011
Helbestên din ên Helbestvanî/ê