A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Strana Dilan
407 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Strana Dilan

Lêvên te du pêt in
çavên te stêr
Diranên te mirarî
Dilê te dêr

Ava bi ronahî
Wek Zerdeşt î
Dinê û ezman î
Mêrg û deşt î

Sor î rohelat î
Deng û nay î
Buhar û blûr î
Brûsk û ba yî

Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv

Taûsê arper î
Kenîna bûk
Bikene dimirin
Bakur û pûk

Tu ewrên ezman î
Tu keskesor
Li ber lamên te lez
Dimire sor...

Tijî hêvîn tu î
Hesret jî tu
Zana û ferzane
şîret jî tu

çûkeke delal î
Dengekî çak
Kaniya zelal î
Wek berf î, pak

Xwesteka min tu î
Strana min î
Mêkewa min tu î
şivanê min î

Xezala min tu î
çavên te reş
Ez beranê te me
Sînga min geş

Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêr î

Di çavê` roj û hêv
Ronahî tu
Li qesra spehiyan
Avahî tu

Sînga te çiya ye
Tu agir î
Li buhiştê hêvîn
Pêxember î

Bêkes im û tinê
û bê dotmam
Di vê dinyayê de
Bê govend mam

Kulîlka Adar î
Bihna buhar î
Tu deng û hawar î
Stêra êvar î

Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêrk î

Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taşê û şîv

Hawar, hejmar 8, 12 îlon 1932