A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Pehîz
461 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Pehîz

Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîze
Pelên daran girîn in
Cendekên wan birîn in
Gul ne xwîne bi xwîn e
Wek birîna hevîn e
Pelên daran li deştê
Qey eskerên şiketê-î

Ezman reş e bi ewr e
Dinê herî bi cewr e
Koçera min tu î bûk
Badev î bazor û pûk
Ne golik û ne berx ma
Dinê sar e û serma
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîz e

Dinê berf e û ba ye
Qey rondik û dua ye
Dinê berf e û baran
Tu deng naye ji Botan
şirnex li kû ez li kû
Ewrex li kû ez li kû
Pehîz e dil pehîz e
Dinê girîn û zîz e

Ne kêvroşk û nêçîrvan
Ne zozan û bêrîvan
Ne mast û dew ne savar
Dinê tarî û êvar
Ne kon û ne xêwet ma
Tinê sarî û serma
Pehîz e dil pehîz e
Dinê hêstir û zîz e

Dinê tarî û dil sar
Hemî bê dost û bê yar
Zelam rûs in û rûs dar
Rondik, girîn û hawar
Girîn in her girîn in
Can û kezeb birîn in
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîz e

Hawar, hejmar 13, 14 çileyê Berê 1932