A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Meşheda Ibretê
205 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Meşheda Ibretê

`şêx Evdirehmanê Garisî çû rehmetê`

Melayê min û şêxe min melayê erdê Kurdistan
şehîdê erd û ezmanî Gozge û Botan

Ji bo milet ji bo kurdan; fidabûyî, tu qurbanî
şehîdê eşq û îmanê, şehîdê rizm û mêranî

Welatê te melayê min, welatê pak Kurdistan
Ne Gozge bû, ne şernex bû, welatê te ne jî Botan

Ji bo namûs û camêrî, ji bo milet fida bûyî
Ji mîrên te, jimêrên te, ji nişka ve cuda bûyî

Riya milet û dînî de, bi mêrxasî tu bûyî qurban
Meqamê te buhiştîne, bi emir û gotina Quran

Di ezmanê Amîdê de, tu (Bercis) bûyî tu kewkeb bûyî
Ji bo yar û ji bo dijmin, ji bo kurdan tu bi kerb bûyî

Riya din û welatî de, qelemkêş bûyî û şûrkêş bûyî
Ji bo milet ji bo kurdan bi ezim û rezim ji çira bûyî

Ji bo laşê te şêxê min mezare axa Kurdistan
Dinê tirba te şêxê min û gorna te dilên mêran

Ji bo kurdan ji Gozge ew peyamek xweş diyarîbû
Bi mêranî û camêrî bi her tiştî dikarî bû

Ji bê bextî me safî kir, li bêbextî xulam in em!
Ji bê bextî perîşanin û bê dewlet zilam in em!

çeleng bû mêr û jêhatî, bi tevdîr bû û zîreb bû.
Bi nav û deng bi xwîn û reng bi her tiştî mubarek bû

Bi şorê te bi pirsa te bi ilm û rifet û xîret
Tu bûyî rêber û tirba te (ji) hemîne meşhede ibret

Birîndarin te derman kirim, birîndaret tu kuştî ax!
Ji nû ve hêstir û matem ji nû ve can û dil kambax!

Bi mêranî û gernasî tu buyî seyda tu bûyî rêber
Delalê mêr û camêran delalê reb û pêxember

Bi mala te, eşîra te hemî milet birîndarin
Girîn û ax û zarîn e, girîn û ax û hawar in

Tu seyda bûyî, tu bûyi bavik, tu bûyî kurê ta bûyî armanc
Feqehên te birîndar in, birîndar in hemî kurdmanc

Ji nû ve şahiya dijmin, ji nû ve gur û seh şabûn
Bi tirba te, lê şêxê min hezaran kurd ji xew rabûn

Tu alî, goreyî ay şêx, tu roja hêviya milet
Tu alî, goreyî ay şêx, tu kanî bûyî ji bo himet

Tu alî, goreyî ay şêx, tu tirba qudseya kurdan
Bi anîn û bi camêrî de rabe êdî Kurdistan

Mirina te û penda te vejînin miletê kurdî!
Feqehên te peyayên bijînin milete kurdî!

Tu alî, goreyî ay şêx hişê mîr û feqehan bûyî!
Serê te ji axa Kurdistan rehê te ji axa Botan bû!

Tu alî, goreyî ay şêx tu ala meşheda kurdan
Tu pelkê zîv û zêrînî ji dîroka dilê xortan

Tu dîroka şehîdanî tu serborîna Kurdistan
Sibe qurbana şêxê min dibin sed destên Cenkîz-Xan

Delalê axa kurdan î, delalê axa Kurdistan
Tîmorling nekir wisane, kir wisan jî Cenkîz-Xan

Tu sultanê dil û çav î, tu sultanek hiner bûyî
Bi şor û ilm û şêranî, tu seyda bûyî tu rêber bûyî

Melayê min bibêjim çi, ji pirsan pir mezintir tu
Melayê min bibêjim çi ji canan pir mezintir tu

Tu çuyî, pir jî sêwî man, dilê milet jî ma ba te!
Melayê min bibêjim çi dilê min bûye tirba te!