A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Kulîlkên Ezêb
510 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Kulîlkên Ezêb

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Hevîna te kûr e, hêviya dinê

Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb
çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb

Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da

çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr

Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar

Mehfura mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand

Hawar, hejmar 15, 23 çileyê Paşê 1932