A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Hotvîn
535 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Hotvîn

Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng
çavên te stran in lê, bê gotin û deng

çermê te spêde ye binê wî de tav
Lamên te rohelat spehî yî bê nav

Lêva te sûlava maç û ramûsan
Bi sînga te dilê min çiqas kamiran

Buhara eşq tu î, havîna hevîn
Rûj hene derman î, rûj hene birîn

Birîna xortan î armanca mêran
Navê te dengîn e qedrê te giran

Dil, can direcifin maça te agir
Tu wek bager xurt î, wek zinar û gir

Lêvên te bi gul in devê te şêrîn
Dengê te wek tîr e, maça te birîn

Lêvên te piyan in devê te şerab
Te ez kirim xulam, te ez kirim xirab

çavên xwe vedikî roj derdikevin
Pora xwe vedikî buhar dikenin

Devê xwe vedikî mirarî û gul
Goşt digire birîn û xweş dibe gul

Bê te; ji bîr dikim; zaro, bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê

Jiyîn bi te re bext, bihn gulistan
Kulîlk î ji ax û erdê Kurdistan

Birîn... birîna te şêrîn û geş
Bê te dil tarî ye û can dibe reş

Destên te de saz im; ranên min tar in
Xulamê te bûm ez ev hezar car in

Stêr, bext, armanc tu î, av, şerab û dew
Geh rast e biken geh bi girîn derew

Ez bê te nikarim canê min têşe
Bê te sîngjar dibim jîna min êş e

Bê te ji bîr dikin zaro, bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê

Hawar, hejmar 15, 23 çileyê Berê 1932