A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Heyv û Stêr
1236 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Heyv û Stêr

îşev şev e, bi şev e
Dê digirî tirba xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im

Erdê xwe re ez heyran im
Birîndar û bêderman im
Ji kurdan re ez qurban im
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im

Bêxweyî me ez tinê me
Yek ji camerên dinê me
Ji bêbextî ez ketî me
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im

îşev şev e şev bi şev e
Bavê min tê gora xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im

Hawar, hejmar 12, 27 çiriya Paşê 1932