A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Henek
418 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Henek

Dilo rabe buhar e
Kesk û sor e bi dar e
Dinê germ e ne sar e
Dilo rabe buhar e

Mêrg û solîn zozan e
Êda keç û qîzan e
Havîn bavê xîzan e
Mêrg û solîn zozan e

Ne berf maye ne baran
Ruhnî kulîlk li daran
Bû keyfxweşî li jaran
Ne berf maye ne baran

çem bi av û stiran e
Te jî pez û beran e
Dinê xort û ciwan e
çem bi av û stiran e

Ga û golig heval in
Welatê wan newal in
Hemî xort in ne kal in
Ga û golik heval in

Heyiv derket zebeş e
Erd û ezman ne reş e
Dinê bi ken û geş e
Heyiv derket zebeş e

Heyiv zebeş tu rêhan
Ez dilketî tu qurban
Ez kirêtim tu heyran
Heyiv zebeş tu rêhan

Mêw ez im tu î tirî
Mih tu î ez im hirî
Te firot û min kirî
Mêw ez im tu î tirî

Ez kanî me tu av î
Ez nêçîr im tu dav î
şevreş ez im tu tav î
Ez kanî me tu av î

Ba û baran pehîz e
Dinê bi xem û zîz e
Delala min bilîze
Ba û baran pehîz e

Ne derew e ne kenîn
Ne bexçe ye ne cinîn
Tu svwar î ez im zîn
Ne derew e ne kenîn

Tu buhişt ez dergevan
Kêr tu î ez im qurban
Gorî te me ez heyran
Tu buhişt ez dergevan

Kul ez im tu hêstir î
Tu ji periyan çêtir î
An zêrî an zêrkirî
Kul ez im tu hêstir î.

Hawar, hejmar 14, 31 çileyê Berê 1932