A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kamiran Alî Bedirxan - Birîn
824 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kamiran Alî Bedirxan - Birîn

`şêr bi lepê xwe`

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne

Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî

Ne gul û ne kulîlk man
Ne parîz û gulistan

Ne dengê xweş ne meqam
Pêve j`ah û intiqam

çavên bûkan b`hêstir in
Kund digirîn distirên

Ne pez mane ne şivan
Ne blûr û blûrvan

Gelî, çiya guwah in
Ne xulam in ne şah in

Deşt û newal bi xwîn in
Dîroka me dixwînin

Rêl û dehlik bûne zer
Zêvî bûk in kezîzer

Xwelî bûne xerabe
Yezdanê me de rabe

Bi camêrî nikarin
Bi bêbextî dikarin

Em jî ker in û kor in
Ji pira wan diborin

Ne qesr ma ne serban
Ne mîrek ma ne siltan

Ne saxî ma ne mirin
Hîmê me jî dibirin

Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma

Keçik çû û kezî ma
û aheke rizî ma

Gulistan bû kevristan
Ber çavên Kurdistan

Arîkarê me nîne
Hêvî! çirakê bîne!

çavê Binefş heşîn e
Sosin jî ket, bişîn e

Ne giya ma ne rêhan
Li parîzê Kurdistan

Ne ma lê lê ne lo lo
Qirik, kund, gur û eylo

Dikenin xudan saz in
Kezeba me dixwazin

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne

Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî

Hawar çû û hêstir ma
Nijdî mir û hêştir ma

Mamik kur û dirêj e
(şêr b`lepê xwe) dibêje.

Hawar, hejmar 7, 25 Tebax 1932