A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kalê Qurdîsî - Roniya Çavê Min Tu Yî
304 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kalê Qurdîsî - Roniya Çavê Min Tu Yî

Roniya çavê min
Xwîna dilê min
Mêjiyê serê min
Xem û kûlê min

Tu yî jana min
Tu yî cana min
Tu yî xana min
Tu yî yara min

War û axa min
Gund û taxa min
Mûş û şaxa min
Gûla baxê min

Tu yî jana min
Tu yî cana min
Tu yî xana min
Tu yî yara min

Deng û saza min
Dawe û doza min
Sond û soza min
Rind û boza min

Tu yî jana min
Tu yî cana min
Tu yî xana min
Tu yî yara min