A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kalê Qurdîsî - Ma Ne Bes e
179 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kalê Qurdîsî - Ma Ne Bes e

Agir dibarî ji kenê te
Tîr û bêr in awirên te
Hezar sal e ez benda te
Bûye dîrok evîna me

Feqî got dîlber û delal
Cizîrî kir şeng û şepal
Cegerxwîn ser qir û hawar
Hemû ji ber evîna te.

Sobar û rustem û Mîtan
Selahedîn û şerefxan
Gellek gernas û qehreman
Me qelen da ji bona te

Yado Simko Ihsan Nûrî
Kalê şêx Seîdê Pîranî
Riza û Mihemed Qazî
Ew jî ketin diroka te.

îroj jîr û zana û ciwan
Hemû rabûne ser piyan
Ma ne bese kal bi qurban
Ka destê xwe zû bide me