A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kalê Qurdîsî - Keça Medya
198 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kalê Qurdîsî - Keça Medya

Tu yî xemla vê cîhanê
çav ji rengê gola Wanê
Tu yî Xeca ser Sîpanê
çiqas tu şîrîn î canê

çi delalê keça medya
Dema Li min nêrî û Kenya
Dîn bûm hiş û mêjî firya
Bûm evîndarê ciwanê

Te hembêzkim her çar milan
Bikim yek wek baqê gulan
Ala te daynim ser milan
Wey lo Kalo bi qurbanê

Gernas bi dû de bezîn e
Tev ji bo te xwezgînîn e
Dîcle û Firat du kezîn e
Dem hîva çarde Nîsan ê