A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
John Train - Love
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

John Train - Love

1
Li malê rûdinim
Di hindirê odeya me de
li tenişta textê me
û ziq li balgeha te temaşe dikim.

Hîdo Hawer: Sedsala heftan

2
Ax! Rê bide min da nêzî te bim
Wek ko çawan kirasê şilbûyî yê keça deryayê nêzî laşê wê ye,
tenê tu li bîra min î.

Akahîdo: Sedsala heyştan

3
Ji nav hemî babetên tirsê, tirsa ji evînê, ji her tiştî pêtir kêfxweşiya rastîn wêran dike

B. Rasil

4
Jin naxwaze ko li ser taybetmendiyên evîna wê bête peyivîn, lê dixwaze herkes bizanibe ko yek heye jê hez dike.

A.Morwa

5
Ew kesên ko evînê najîn, nikarin têbigihêjin çawan zilamekî şareza dikare ji boyî jineke asa (normal) êşê bikişîne.

Bawer im min gelek sal ji temenê xwe wenda kirin, û min bêriya mirinê kir, û giranbuhatirîn evîna ko min di jiyana xwe de dît evîna jinekê bû ko kêfa min jê re nedihat. Evîna jinekê bû ko ne ji wan jinên ko bi dilê min bû.

M. Brost

6
Jê hez nakim û jê hez dikim
Tu dipirsî: çawa çêdibe?
Ez bi xwe jî nizanim, lê rewş wisa ye.
Birîna min kûr e.

Katalas

7
Evîn dihêle ko dem zû biçe
Dem jî dihêle ko evîn biçe.

Metelokeke îtalî

8
Evîn ne ew e ko herdû evîndar ziq li hev temaşe bikin, lê ew e ko herdû li heman aliyî binihêrin.

A.D.Akzoprî

9
Mêr, bi kîjan jinê re be dikare kêfxweş be madam ew ji wê hez nake.

O.Waild

10
Xwezka ew kesên ko li pey min bêne jiyanê
Ti carî berên xwe nedin rêçên evîneke wisa.

Hîto Maro- sedsala heftan

11
Evîn: perdeya gulgulî û zêrîn e ya ko ciwan rûtbûna jiyanê bi wê dinixumînin.

Gotê

12
Di vê kêlîkê de radigihînim, cara dawîn û hetahetayê, tiştên ko derbarî evînê de dizanim berdidim, naxwazim ti tiş tî derbarî evînê bizanibim, dizanim ko nîne, tenê gotin e:
Sîmirekî bi nehwirîn e, bager e û xuşînê ji daran tîne.

D.h. Lorans

13
Dema ko dibînim tu min şû (nazewicînî) nakî xemgîn dibim, çima tu min napejirînî?
De were bi min re bijî.
Hetanî ko ji min were ez dê te kêfxweş bikim. Ti carî karên giran bi te nakim û dema tu westiyayî tu dikarî xwe bavêjî himbêza min û xwe vehesînî, wê gavê da ko tu xwe ji bîr bikî ez dê stiranan ji te re bibêjim, … ez dê ji boyî te; çendîn tu bixwazî û hetanî ko bikaribim lê, têlên kemanê lal bikim. Ez dê dev ji cigarekêş anê berdim…eger tu bixwazî.
Ez dê hewl bidim ko her û her, bi te re, nerm û nazik bim, ji ber ko ji te hez dikim..
Ez bi kotekî te naşînim avê û êzingan, ne jî te dişînim da tu çêlekê bidoşî.
Ne jî berê te didim mala cîranan da tu şîr ji wan deyn bikî..
Ma îca tu yê min şû bikî?

Ji sedsala 19 an nameya cotkarekî emerîkî bo yara xwe
Wergêr: Ehmed Huseynî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê