A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Xem Mexel Hatine
188 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Xem Mexel Hatine

31/05/2016

xwedêgiravî
em hemû benîadem in
de werin ji min bipirsin
min çend lat û ûzza kuştin
û çend hêvî xav hiştin

her yek ji van zaliman
taxûtên xwe xistine paxilan
laşên wan min daye ber teyran
li van çolan

pel bi pel şerm ji rûyê mirovan diçirin
li ser vê mêrga hêşîn
pêl bi pêl bi pê dikevin
feryad û fîxan û şîn

li ser pêplûkên derenceyeke derîzî
nigên min dilerizin
li payeya nikla pêdiviyê
bi hisabê Ebcedê jiyana bavê xwe dijmêrim

di dûkela kelekela dilekî germ de
dibim dilopeke krîstalî û dikelim
di asîmanekî çîk-sayî de
dikevim mabeyna ewrên du çavan
di navbera pênûs û kaxizê hevrîşim de dihelim

hêviya dinexşînim li ber vê taveheyvê
wek bizrê şadanekê hilû û zuwa
tu şahiyek di bîra min de nexuya
li benda çengek ax û firek av im

her tişt di keviya mêjiyê min de dişemite
herfa dîdoka min lê bikeve dişewite

tiliyên newêrek di çavên koran de ne
cihê lepê min lê keve dikemite

piling bi tenê hildibezin?
nizanim
di navbera riya reş û qotê xwerû de
refek reşêle difirin

diranê min ên kursî jî êdî dikurisin
ev çi xem in li ser xeyalên min dimexelin

xameyên kambax revandî ne
taqet ji tirsan re xwe ditewîne
bawerî li ber pirsên bêbersiv çokên xwe dişikêne

her axînek lingekî dixirîne
aram birînên xwe dikewîne

aaax mêrxasiya kalan e
belayan dixwurîne

ger vê şevê bikariba
hema qasekê baskekî bida min
ezê jî biketima nava refên van balindeyan
li pey siya xwe
bi dûrî ve bifiriyama
xwe di kefiya vê lêvê de bipêçama
û di keviya vî çemî de biçûma
biçûma...

destê bavê min li pişta min e li Binxetê
hezar sînor bikevin navbera me dîsa li Binxetê
sed sal derbas bibin dîsa jî li Binxetê

xwe dilibitîne dibe - tîne
lê dawî nîne
her tişt mîna marê nîvkuştî
bêhal û bêpergal dimîne

mirin xwe dikuje di mejiyê min ê har de
tepink xwînê dibarînin li ser laşê min ê sar

bextê me reş hatiye nivisîn
erd nahezimîne ezman me dixapîne
ji me re gavên lehzê vajî ne

axx
em ewqas ji hev veqetîne

benik gihiştiye movikê
tariyê xwe givaştiye ser me

me xem bar kir
êş bar kir
jan bar kir
jahr li ser me barî
dilo tu çiqas bi şewat û ar î

vê şevê ez diçim xof dicemide li ber vî çemî
rêwiyê bêwariyê me
gema sibê di destê kê de ye kî dizane?

di mejiyê min de xişexişa lodên pirsan e
loqên vala danoqê qirikê bûne

dixwazim xwe binoqînim deryayên zîvîn
tê de dîlîtiya gelekî bindest bifetisînim

wêran berik e di navbera birayan de
xwe bi asîmanê riziyayi ve pêçane
pir û pêbazan herifandine
pêbendên çokan qetiyane
rêça koviyan li ser şopa wan e

di kefa destê min de bêkesî xuya ye
yek li ezmên dinêre ka xwediyê vê hilmê kî ye
yê din bi hesreta keziyê zer terikiye

li ser vê axê dûxan şerm dike ji kiryarên xwe
û dihovîne
nalîna dayikan di bêdengiyê de dilorîne

çiqas diçim kelewaca şevê zêde dibe
tirsa kame li çavên van tepavan dikeve
têhniyê paniyeke kûr daxistiye van pawanan

çi bikim ji min dûr dikeve
sitêrka bakurî ji kurrîtî naxuye

nahewirin rawirên hinavên min
bi şûjinan demarên min dikolin

nêrenga risas berdane mêjiyê şevê
mişexureke bêdeng di nêv dirûşma vê tariyê de heye
û şev ji vê razmendiyê razî ye

hêrs û kîna min nepixî ne
bi vê temeziya qirêjî min nenixumîne
şevê

kapê min diz didêrîne
mîr miriye vê şevê
qêrîn û hewarê ez gêj kirim
zirinca helandî berdin guhê min

hêj kesî gotina xwe negotiye
karê kî xerabî ye
ka şevê nigê kî şikandiye?

barê giran li ser pişta wan
bi çaplûkan xwe gihandine qadên bajaran

“dê weledê xwe diavêje”

destê xwe bavêjim dawa kê
pêsîra xwe diqetîne
û singa xwe bi sincên tûj diqusîne
mafir xew para xema ye îşev

qurtek qurî qurbana qirika qurixê be
qurtekê berdim qirika xwe ya wahjî

ger xwediyê vê şevê tu bî
dizanim karê te nîne
dibe ku vê bêkesiya min a sêwî bêxwedî nemîne

dizanim

tu xwe bi tirs û şermê min mijûl nakî

ger te bertîl bixwara
ji vî çemî bêtir xwîna me rijiya
li vî welatê rijî û tazî bi tiqûtenê ez heme
ger deynekî te li ser me hebe
ez sermiyanê te me

ya manend û tîmsalê dadê
bi êgir neşewitîn ev Ekradê Qedîm
ma qey tu nizanî tu zimanê wan jê bikî
rondikên Brahîmî Firat e
wê gurtir bi ser te de biê

ey keyserê bêjeyên bijartiyan
xwediyê vê bêdengiyê bixwe qey ne tu yî

tiliya min di çavên çavnebaran de qurufiye
dengê hebûna tunebûna xortekî ye
ku di nifirê dayîka wî de qumitiye

êş û kederê pal dane serê

girtiye deriyê şeveqê

dilê xam di nava kulên xame de
bê cîh û bê war in
her aliyê min çar par in
van xayînan goştê canê min xwarin

li dû qolinca xewnên bêxew bêxem jar diarin
bêsûd bi parsekiya fireke jahrê ketime
bi ser êlinda berbanga xwe ve berdim

“piştî tengasiya firehî ye”

ewê tarî bikeve sijda rojê
kî reng dabe vê demjimêrê
xwediyê vê nefesê ew bi xwe ye
ku li patika sitûyê min rûniştiye

hilme mîna xencerê tûj in
tîrên çavan weke şûr in wêrekiya min dikujin

şev kor e
devejenga şevkoriyan e tê guhê min
seqî û xizmetkarê xerabiya ye tarî
ne cihê mêran e
ji dexes û newêrekan re
war e taristan
di nixuman de disitirin xizan û nezan

perestgeha zanyariyê germiya rastiyê ye

ey ronahî

rûyê xerabî û nezaniyê reş bike
tu yî mefera xelasiya me
hêvî hewce û siparteyên te ne

ji rêwiyan re helbestekê bi dest û pê bike

weke ku hewrikê nan bifirikîn ser sêniyê
di taseke sipî de heyv dibiriqe tariyê

dengê bilûra şivanekî tê ji dûriyê
di nava kulavê şivanê bê kerî de wenda me

xwîna min li çend peyvên kelegermî dikele
ev bêhna kevz û gulfê ye
berê min daye vê xwêdana eniya min
û ez dikşînim deryayên dagirker
li pişta dîroka xûz im

min diêşînin dayê
dilê xwe li ber bayê ji hayê qetandiye û têm

ey ronahiya delal
bi hesreta te em lal man

ji bêdengiya van çiyayan bişiqite
bijangên xwe yên newaze kil bike
û xwe bixemlîne

vê şeveqê ji şivakê xwe berde
nava şikefta sar û tarî

fermo sifre xemiliye
û
qûtê vî êtîmî
qîma me he ye