A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Pepûk
200 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Pepûk

kêra ko ye xerîbî li ser qirika min
ez ê bi kerba dengê şalûlan herim

di qulikên kûr û tarî de
bi jehra mar û dûpişkan
bêxwedî bimirim

ev pepûk e li ser kuleka bêdû xerabmal im
zanim îro çokşikandî belengaz û kal im
li ber dîwarê xerabe piştxûz û bê mecal
lome nekin îro ez bêhal û bêpergal im