Jîr Jan Amedî - Li Rexê Jiyanê
jiyan bilêta birrîtî ye
di berîka min de
berê xwe didim kû derê
hemû rê
têne
te
bi tenê
her rêwîtiyekê
zimanekî xwînî dirêje ser riyan
bêkesiyekî bi xwe re dibe
tenêtiyekî tîne
şanê fikran di mêjiyên stewr de dixesîne
mirovan li welatan
kor
û bê gopal digerîne
ger çavên xerîbiyê hebûna
di nêv ewqas kêf û eşqê de
nedikete parsa tirsan
di şivakê bê sipartek û sar de
venedişart
pêçîkên kesî jê nedibûn
di qulikên tarî yên bêar de
balafir vala nedifiriyan
ewê zimanê dayîka min bibirina
dê bibarandina ser eyba welatan
camê otobêzan hênik in
hişên mirovan şiyar dikin
min bi çavên serê xwe dît
kes zêdeyî xeyalên xwe
mezin nabit
di binê bijangên xwe de gefan dihêrim
bi xewên şemitî li riyên ziftkirî dinêrim
caman bi hilma xwe dikewînim
bi nûn û lamê kim
hemû sozên dabûme te
di nava pirtûka pelsipî de
bi tiliyên jêkirî diveşêrim
hêviyan bar dikim welatên dûr
xirexira guhê min
ji dengê hesinên riziyayî
xirpîna rêwiyên razayî
ziqeziqa amortêsên teqiyayî
zirîna motorên betilandî û xerabûyî
nikarim xwe bigehînim
ferîştehên li dora min badayî
di mejiyê min ê rewan de
saro-germo ne raman
bişkokeke din jî dişkêne şeveq
telaqekî din davêje şev ji tariyê
xedr û kîna wan ji hev tune ye
em hemû dizanin
ronî bi rojê mehrkirî ye
gef dişiqitin kefa destê min
kulma xwe dişidînim
û dîsa sûretê Weddûha
bi qirika ziwa
li ser lêvên min
qewlê rastiyê li ser jiyana
“welel axîretû xeyrû leke min-el ûla” *
lewra la hewle wela
lewma ez îro sêwî û bêxwedî
ji jînê xêrnedîtî
bi hesret û keder
li ser pişta rewanê qemer
bi mayînekê kuştî me
“elem yecîd ke yetîmen fe awa”*
qey tu mezin nebûyî bi her awa
awaz û qêrîna min
li ser riyên qîrkirî
di binê tekerên van otobêzan de
dihinciqin
û bêdeng diqîrin
xwediyê bêxwediyan
çima feqîr tim heqîr in
li sixêfê min nenêrin
bêlome
ew nelê ne
xewa min a vê sibê jî nelê ye
li rojavayê bakurê vê parastgehê
tiqûtenê ez û serê xwe yê nermik
li qata ezmanê yekemîn ê hişê xwe ne
berejor bilind dibim
ber bi tenêtiya dîlekî serhişk ve
ji şopên copê van dagirkerên faşîst
azad dikim
xwedê dizane ne ji rik û eksa van be
wê mirina min bi destê min be