A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Koz
150 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Koz

ji arama xwe baran bû seqem
ax cemidî
serma girt
çavê min hate girtin û mêrû di ber xwe da
bi lerzîneke xortaniyê
min poçaxa xewnan şe kir
û xeyalan kola

ger ji helbestê nebûna
ez ê ji parsûyê xwe bi tenê biketima
min zanibû dirêdemayîn tune ye
li dû xwe nenihêrtina û biçûma
minê xinc û kîna xwe ya xezebî
bi serê xwe
bi tiqûtenê bicûtima...