A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Heqîb
141 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Heqîb

"ger evîn tune be
helbest jî tuneye
û gotin bi tenêye"
ne ji te be
pênûs şikestî
mêjî hestî
dil mestiye
rêwiyên rêyên dûr
bi heqîb û şelbikê vala
bi dilên kûr
û
nêrînên hurin

çavên te
û hêstirên jê tên
kûr birîn vekirîne
li nav diyarên
dilê min
dilê min bi sedan êşa
tarûmar
bi hezar kulan xwe lê danîne
çavnebar
koremar

karwan
dil bi qêrîn
bi gazin û gazîn
hawar dike evîn
Ji welatan derman anîne
lê tebat nîne

hawar
tîne evîn
hawar ji çolan
hawar bi zimanê
bav û kalan
ka were cana min
dermana dil
evîna min
bihuşta rengîn
xewna min

tu tîn
ne wek germiya
çavê te ye
tîrek berde nav dil
ji bertalên birûyên belek
negre çavên bi kil
nezerek li min ke carek
dû re li kezebê xe kêrek

rê dûr im
bi heqîba vala
şelbikê şikestî
û bi dilê kûr im