A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Helbest Fedî Kir
292 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Helbest Fedî Kir

li kolanên vî bajarî
rû li ber girî
eniya çavê wî
ji kulên kûr
û
derdên bê derman
qermiçî
zilamek xuya bû
zeman bê fedî
wî avêti bû dûr
Wek şêrek kedî
qefes li dilê wî diçirî...

aliyek çavê wî
li erdê dinêrî
aliyê din
dîrok dianî
ji Selheddîn
eniya giyana wî diveşart
xal û xet
û
kûrt û kêrt ...
min nihêrt
ev kûrbûn tê ji esalet
bi vî halî min bang lê kir;
“mam o
ev çi derd e
û ev çi sefalet”

fam fedî kir
serê xwe da ber xwe
xwest pişt bide me
dema dûr bikeve zeman
bêhna xweliyê li ser alav kir
got:
"law o
te çima derdê min vekir
bila jiyan tune be
a ne serbixwe!"

fam fedî kir
bi fêm re Mam fedî kir
dem tunebûn afirand
ewr û ezman
kevirê kolanan
avên newalan
dil kirin zaferan
ax fedî kir
“tu dizanî mam o
xelasbûn be ger
çûyîna te
fermo her
ji xwe re biger...”

Sekinî
û bi awayek vala
li min nihêrî...
“law o
tu çi dixwazî
here bijî bi serfirazî”
tarî hat dilê me
û bû êvar
mamê kal kir hewar...
ewr fedî kir
çavê wî tarî kir
û
mam devê dilê xwe vekir

“bese êdî min kuşt ev derd”
hat aliyê min ê rastê
xwe bi ser min de xwar kir
û dest pê kir...
“law o
ez axa yê heft gunda
mala min a mezin
tu car xalî nedima
ji heval û mêvana”
gotin bibin “qoricî”
mal û dilê min şewitandin
van kunda
gotina bav û kala
me xwest jiyan bi xîret
neviyê mala Zal a
ne dibû ji bîr bikin ev şîret”

ji dil hat bijangê
wek ta kî baran dilopek
nan di mal de tune gepek
ne heval ne dost ne kesek
nema parsûyek
li ber sîngê...
bûka min nayê mal
heya nîvê şevê
qîza min
qot û rût
ne xeme ji wan re ev kal...
newêrim bigerînim vê lêvê
ne anîn serê me
frans, İngîliz û Rûs
ma law qey ne şerme
ji dest çû
rûmet û namûs...
mala meya mezin ev payitext
nîşan bû ji me re
ji roja teng re serwext
lê dinêrim
ji çar alî dibezin
Ji bo bînin xwarê
xîret ji ser text
van zaliman her roj
me dikujin
me bi saxî dixin gorê
ev bêbext...”
êdî dereng bû şev
ji bo rojek din
me peyman da hev
me xatir xwest
min avêt destê wî dest
bi lêvên paqij maç kir
wî jî eniya min sertac kir