A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîr Jan Amedî - Dayîka Helbesta
475 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîr Jan Amedî - Dayîka Helbesta

Peyman ji te re
Setare
An pêşveçûn û hebûn
An mirin
Bi hevre
Dîtina te Setare
Zanim
ji min re belaye
Ji dîtina te virde
Jiyan wateya
dîsa dîtina te ye
Çiqas jîn bibînim
di nav şîn de
Çavên te kulîlka
nav pela ye

Bi te dibişkivin gul û sosin
Bi te stêrk bi esman ve dialiqin...
Bê te rawestgeh tev valane
Valane qadên vê bajarî
Hundir tarî
zarok mirîne
Tunebûna te
navê temirandina
hêviya ye
Valabûna derya
Xelasbûna peyvoka
Birçî bûna ber deriya
Destpêka gotînên kinik
Azadiya çêraye..

Li jiyanê
feqîrî jî heye Setare!
Bi zikê birçî
li ber deriya here were
Şerme mirov guh bide
dengê kevçiya
Qirik û gewrî li min qetiya
Deng naçe kesî
zêdeyî birçiya
Li welatê min tunebûn heye
Mirin rojane ye
Li welatê min,
Setare
`Çara bêçareyî xweda ye`

Di nav mirinê
Di nav xwînê
Di nav bêkesî de
ev gel li rêyek digere
Rêya serxwebûnê
Carek din çavên te
tên xeyalên min
Germiya sînga te
û cemidiya tivinga sar
Di nav bêhna barûtê de
Bêhna porê te
Di gerdûnê de
Min,
ji tu kesî hez nekir
Wek te

Ez li pênûsê
bila zarok
li sînga te bimijin
Şermiya min Setare
dipirsin, ka kîngê tê
Dayîka helbesta min?
Tixûbek mezine
mirina min
ji ber evîna te
Zarokê birîna min
Li Mereto roj belav dikin
Ên din li Nemrûdê
li benda çavê te
Bang li wan bike Setare
Bila rojê ji nav dest û nigan rakin...

Giyana evîna min
Demsal bihare
li ber hebûna te
Bê te nava dilê min sare
Peyvoka neşkêne
tixûbê welat
Ka carek kenek
Ji min re bike xelat
Ey jiyan ev çi fîxane
Kengê têt dema felat

Hebûna te ji min re yâre

Bila kes li tu kesî nemije
Dayik êdî nekin hewar
Kes tu kesî nekuje
Aramek bişîne
îroj li zaboqa bêwar
Dia me Yezdan bike qebûl
Pişt çiyayên bi berf newalin
Ji Tehran heta Stenbol
hemû dost û hevalin

Ev çi awirên kafirîne
li ser bejna te digere
Xerîbî jî dijware
Setare
Bêrî û bêbawerî
ji kezeb dikûre
Tu bi biharbûna xwe rindî
Qîza hebûna min
Jiyan ne ji te be bêare

Ji hesret bûye pare pare
Bişkokên dilê min qetiya
xwîna sor jê petiya
Gula Mezra Botan
Evîna dilê xortan
Li benda rûyê kenekim
ji xaka Kurdistan
Roja tû neyê bîra min
Ez ji jiyan biyanim
Ezê bimrim
bila vekin gora min