A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jînê - Kotirê
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jînê - Kotirê

Ey kotirê
Ey kotira per neqşandî ...
bi peyvêt evînê
te firda û tu bilind dibî
li nav ezmanê sahî te xwe hejand
belê qederê nehêla tu şadbî...
ba zivîrka havîna kozirî hat û te revandî
tu gîhandî li ser qurmê dareka hêşka rizî
ya bê mirad
ko çi cara kesê tevnê vînê neraçandî li ber sîbera wê
te dest pê kir bi çeqilkêt nazik û ciwan
te hêlîna xwe nijand û te vehand
li nav qurmê rizîda te lûrand
mixabên sed mixabên
ji bo te ey kotirê
rabe rabe here semayê
li gel refêt kotiran
nemîne li bin rehma xodayê
heta rojekê yan salekê, baraneka dijwar lê bikêt..
rihêt dara rizî şîn bikit
ko jiyanê li te xoş kit
hêlîna te bi rewş bikit
da tu bêjî rojêt havîna kozirî
werin li bin siha evîna min velorînên
û gazî xodayê aşiqan bikî bêjî
eveya daristana dilê min
eveya
jibîr neke ey kotire
wekî kûrincekê bêîman
perên te yên ciwan yêt hilkêşayn
û veçirandîn
hepkê xo yê hesinî
vewaşandî têlên dilê te
nîvqetandî û nîvrevandî
ne qêrîna û ne lorîna
ey kotirê
jiber ko kesê rast nîne
hemu li ser balgihê derewa raketîne
jiber hindê kasê hay ji te nîne ey kotirê

25.03.2002, Swêd
*kotir=kevok
Helbestên din ên Helbestvanî/ê