A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jîla Huseynî - Şîret
203 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jîla Huseynî - Şîret

Ji wê dema ku te keçek nazdar
kîr bûka ber mala xwe
dexîla te me
agahdarî wê be
tu bîna tiliyên min neke
li ser guldan
û taq û pencerên xwe


Eger ji te re got:
"Bîhna gulek weriyayî
tê difna min"
Bêje:û"Giyanê min
bawer bike
ji bilî te
tu gul tune li vê cîhanê."
Tu neke û navê min hilde
û bextewariyê
li oda xwe tengezar bike!


Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xewê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û qelişî bin
û te ez pê şibandibim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de
yadîgar e.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê