A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jaro Duhokî - Ez û Jiyar (Kê Dîtiye)
730 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jaro Duhokî - Ez û Jiyar (Kê Dîtiye)

Li ordîgeha cejnekan
Li ordîgeha cejnekan
Li dozexa bê av û nan
Li Bajarê sêwî û kinciran
Bîkêt cilkêt reş kar dikirin
Zava dibirine parastina û
Egal li ser serî rêz dikirin

Hizir dikirin
Eger hizar ser jê kirin
Hizar hizar berze kirin
Kurd dimirin
Lê ji bîr kirin
Kurd ji mirinê mezintir in
Ji sêdara bilindtir in
Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in

[Hozana min “ez û jîyar“ çîroka hevalekî min yê enfal bûye. Ew û kurê xwe ji Ava şînê derbas dibin, jina wî û kur û keça wî dimînin li rexê din û hêriş li ser da tê. Eve danûstandina di navbera wî û kurê wî ye:]

Babo Jîyar, Babo Jîyar
Dayîka te, Kiçûl û Hejar
Mane bi rê ve
Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin

Bes bike girî
Bes bêje min
Ka dayika min
Ev çend e şîr nedaye min
Ha çi nema em digehîne çîyayê şirînê
Zom û bayên Feraşînê
Derbeder li wêrê mişene
Paşê şîr nabîtin xem e

Bes bêje min babo sar e
Sireka dijwar e û har e
Bes bike girî
Ew saçima serê min birî
Min nakûjit
Devî veke
Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke
Jê ne tirs e
Ev e şîrê sipî ye
Ev e şîrê sipî ye
Sor bûye
çonke babo
Kawdana sor e spî kirin
Sipî sor kirin

Babo Jîyar
Hêrişa zilmê hêrîşeke zor giran e û
Miletê me
Yê bê kes û bê xwedan e

Hawar dikim
Mirovnasa kesê hay ji dengê me nîn e
Ew xema me ya kesê nîne

Hawar hawar
Kê dîtîye
Milletek çend melyon mirov
Li çol û çîya bibine hov

Hawar hawar
Kê dîtiye
Jin û mêr jêk bêne berdan
Bê dadgeh û mela û xwedan

Hawar hawar
Kê dîtiye
Zarok bi jehrê xwedan bin
Zerî hêj kiç zikgiran bin

Hawar hawar
Kê dîtîye
Pistal biryara diçespînin
Mişk pilinga xendiqînin

Hawar hawar
Kê dîtîye
Zava ji birsê, zava ji tirsê
Nebît zelam
û jin ji şermê û rîsatîyê
Nebît xanim
Nebît medam
û Zuhakê çerxê bîstê bibît sedam

Binive babo
Binive babo
çinyeka nanî me mabû
Ew jî kîfkoyê lê da bû

Binive babo ha çi nema
Em digehîne sinorî
û ew heftiya ser me borî
Nahite ve

Hosa gelo
Jîyar nivist
Binive binive û
Bi kizgiryok , çû beheştê
çîroka wî jî eve bû
Li heştê û heşt
Helbestên din ên Helbestvanî/ê