A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jana Seyda - Mehabad
400 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jana Seyda - Mehabad

şev birîndarin
bi gulleyên bêxewiya min
« tu razayî Mehabad »

***

derya raza teye
hevirmêşên xewnan
wê diyardike
xewn li dû xewnê
jan li dû janê
xewna peravan
Mehabad
Tu nebûyî perav
Ji avîna minre
were
bi minre helbestê
binivîse
„ bila helbest me binivîse „

***

Roj dirêjin
dem dineqişîne
kirasê te
bi tayên ji xewliyê
û xençerên serxwar
dîlana werîsan bû
di salên ku tu
bi sêdaran
dorpêç kiribûn
„ dîlana xwînê bû ew „

* * *

Penaha êş û derdan
Min ji kolanên
çavên te
bîranînên xwe çinîn :
Zivistan bû
baranê rûyê zemînê
dişûşt
bêhna gulan
belav dibû
« bîranînên te nehatin şûştin“
zivistan bû
berfê rengê firişteyan
didizî
û li ser sînga te
diweşandin
hêsrên ewran
dibariyan
di bedena tede
dîroka gulan
şîndihat
were bi minre
zivistanê vexwe
ey stêrka ku tenê
bi taleyan hatiye
avdar..
Buhar bû
kulîlkan lêvên te
bi ramûsanan
sordikirin
kenekî xwedayî
li ser dîlan dikir
Buhar bû
çarçira bi nesrînan
vediket
buhar bû
çarçira xewna
nesrînan bû

* * *

Dîsa dîroka rojan
dicû
bi eynî dirûtiyan
bi eynî qesmeriyan
dîsa berbang şûrên xedar
tûjdike

* * *

Siya dayikan
Mehabad
siya bêxewiya min
hembêzke
„ sî siyê hembêz dike “
hîn di piyala
rojan de
şev mane
were
bi min re şevê
vexwe
bi min re berbangê
serxweş bike
Helbestên din ên Helbestvanî/ê