A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jan Dost - Sond Mexwe
324 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jan Dost - Sond Mexwe

sond mexwe êdî nema bawer dikim
ji te wan sondên li dû hev tu dixwî

te dilê min wek peyalê perçe kir
lew dizanî hew meyê jê vedixwî
**
sozê te wek hewrê havînê zuha
tev li ber bê çûn û baran min nedî

min nizanîbû bi wan lêvên şekir
tu li ber vî dilî xefkan vedidî
**
here dil bêhêvî maye dilberê
sond nema fêde dikin hey derewîn

dê bi car de te ji bîrkim û bibêm:
weke xewnek xweş bi min çû ew evîn.

Bêrût 25.1.91