"Ji bo bîranîna Ugur Kaymaz û zarokên kurdistanê ên hîn şehîd nebûyî"
Lê bide serbazo Li vê sîngê li hêla çepê Li vî dilî bide serbazo Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup û Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike Tivinga xwe rastî sînga min ya bê mû bike Û mêranîya xwe şanî vê cîhana devlal bike Ev dilê ku bi kurdî dike gupegup û xwîneke koçer tê de dikele Ev dil…. dilê min e
Sêva jiyana min e ew, parçe parçe bike Bila diya min bigirî,
bila diya te jî serbilind bibêje Ben bir Kahraman dogurdum. Lê bide serbazo Bêtirs û bêfedî
ev dil pezekî kovie nabe kedî
bêxwediye bêxwedî
lê bide serbazê har
gunehkar e ev dil gunehkaaaaar
ew ji bedena Amedê hez dike Ji kolanên wê yên ku bi şev bîna stêrikan ji wan difûre Ji stêrikên ku şahidên mirina Şêx Seîd Û vêketina giyanê Mezlûm bûn, ji mestbûan daran di hemêza Dîcle de hez dike ev dil Ev dil, evîndarê toza li pê lingên bêrîvanan yên qelişî ye Ev dil dilekî amedî ye serbazo
De lê bide zû Tivinga xwe rastî vî beytikê netebitî bike ku azadiyê mîna danên genim dixwaze nikil bike Qederê xefkên xwe yên nedîtî li ber vedane,
Lê kî dikare beytikekî amedî ji xefka ku azadî daneya wê ye dûr bixîne
De serbazo de
Dudiliyê nîş an nede
nîşana xwe baş bigire Û wî çûkî ji dan dûr birevîne Eger tu dikarî
Eger tu mêr î
Eger tu diwêrî
***
Ev dil serxweş e serbazo Kolanên Amedê Pêlên Dîcle û spîndaran
Xirecira sikakên teng û mişt ji jiyan û sawîran
Siya mizgeft û dêran
Ew dîn kirine
Mîna hespekî kihêl ew zîn kirine
U berdane çolan De wî li hişê wî vegerîne Lê bide bêtirs û bêpirs Ma wê kî xwîna zarokekî Ji Amedê ji te bipirse
Wê kî hesabê xwîna beytikekî kurmancan bi tere bibîne ey serbazê baz? Lê bide bi cesareta kalikên xwe Yên ku birayên xwe di pêçekan de dixeniqandin Bi hêrsa Atilla Û hovîtiya siltanan Fedî neke Ev zarokê li hemberî te Zarokekî kurd e Amedî ye çarde havînan rûyê wî qemirandî ne
çarde buharan dilê wî Di bêhna qerenfilan de definandine
çarde zivistanan kenê wî bi berfê şuştine
çarde payîzan xeyalê wî mîna behîvên ter li ser agirê xezaman biriştine
Lê bide û hîîîîç netirse ma wê kî bibêje te: Ew zarokek bû têr lîstik nebûbû
Yareke çavxezal nehebandibû Ew hîn nebişkivîbû û hîn Nizanîbû qurşîn çawa dilan qul dike
Evîn çawa dilan kul dike
Wî hîn
Nizanîbû çiye evîn
Çêja ramûsanên bidizî, li nav zadan û di siya darên çinarê de nedîbû vî dilê dîn
*** Lê bide serbazo Ev dilê min e
Gunehkar e gunehkar Her bi kurdî lêdide û Ji sûrên Amedê hez dike Ji kevokên mizgefta mezin û simîda li ser serê zarokan Ji siya berêvarê ya diêêêêêj wekî nalînên dayikan hez dike
Ji qutîkên gulên mihemedî li ser kevîkên pencere û şibakan
Ji pevçûnên biçûk li koşe û serê zikakan
Ji bayê hênik ê di hêwana migefta Behram paşa de hez dike
Ji ronahiya qendîlên şeva cejna qurbanê û gurrîna agirê newrozê hez dike Ji tavên biharê
Ji bejna adarê û ji şingeşinga zengilê beranên qer bêrêvarê û ji kêlegorên ku bi hêsirên dayikan têne şûştin Di sibehên cejnan de
Hez dike ev dil
Serbazo Ne tenê guleyekê ne jî diduyan Lê li dû hev bireşîne guleyan û wî dilî mîna kevokekê di sînga min de biterqîne Li ser şaxên Evîna vî welatî her û her veniştî ye ew De wî bifrîne Dewrêşekî Qadiriyan e ev dil bi Cezbe ya azadiyê ketiye Diheje
Xwe li ba dike Xwe li parsûyan dide û tê ku ji sînga min bipeke
Qewlê Newala Sîseban - Şêx Xalid ZibarîHey maşaallah. Zehf xweşe. Ta'rifek béhemta bu jı bo cenga cihade u bı zımane kurdi. Em jı ber vi zımane rengin dızanın ku kafır buye xemgin. Lewra molla saidé kurdi ji dıbeje ez gelek hezdıkım destana qewle newala sisebane. Belè me dit ku sebeba hezkırıne çiye. Serfiraziya we dıxwazım. Spas.
Guliyên Eşqê - Nêrgiz Ismayîlguliyên wan eşqa heyatê ye... doh pirtûka Guliyên Eşqê ji min re anîn.. ez kêfxweş bûm.. tu her bijî delalê.. keçka bajarê evînê