A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jan Dost - Nayê Xeyalan
447 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jan Dost - Nayê Xeyalan

Lêvên wê du fincanê ji qehwaya bi şîr in
Qeymax û penîr in

çavên wê du berx in di dilê min de diçêrin
Geh xencer û kêr in

Sînga wê ji berfê ye memik gogê herîr in
Yan baxçeyê mîr in

Destê mi diz in tim xwe di nav de vedişêrin
Cengawer û şêr in

Wek horiyê min dîbû li ser qûma peravê
Ew gawirebavê

Laşê ter û nazik ketibû ber şewq û tavê
Wê gerden gulavê

Ez hatim bi ser de weke baran û xunavê
Wek bazê li ravê

Bêhiş ketime derya evînê heta navê
Jê pêve mi navê

Bûm rengê Tetaran mi çi dî min kire talan
Bû qewxe û halan

Ez bûme zinarê ku ji jor tête newalan
Sêr çûye xezalan

Keç bû geliyê Teyran li Efrîn, bûme Salan
Qessabê delalan

Em bûne leşek tiştê me kir nayê xeyalan.
Mah û dem û salan

13.5.90 Bêrût