A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jan Dost - Koçero
509 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jan Dost - Koçero

Tê çi bikî gava ezmanê te dasbin û
Temenê te
zadekî bê xwedî be?
Tê çi bibêjî
Kêlîka riman
Di gewrîya te de
Zeng girtibin û
Zimanê te mîxkirîbe?
Koçero
şev pêxwas hate ber derçika derîyê te û
midasa te dizî!
Tu hay nebûyî
Berfa gellac
Asoyên te talan kirin û
Tu hay nebûyî
Bayê tazî, mîna werîsekî
Bayê koçer mîna giyanê te
Berbangên te yên şîrmij xeniqandin û
Tu hay ne bûyî.
çemên ehmeq, razên te ji spîndaran re
Mîna tejjik û berran, raxistin
Tu hay ne bûyî
Di şopa te ya li ser berfa pîr de
Qijik çêrîyan û
Tu hay nebûyî
Erê Koçero
Ma min ne gote te:
Berxikan neşîne berîya bêbext
Toz wê wan birevîne?
Ma min negote te
Pûngê li hawîr Zomeyê biçîne
Da ku mar nedizin hêkên Kewan?
Ma min negote te:
Rêbirr tên
Hay ji stûnên konê xwe hebe?
Birînên xwe veşêre!!
Tu diçûyî
Bi herdu guhên mîna qamîşên cinnan şimakirî
Dengê min jî mîna şûtikekî
Li newqa çiyayên te yên paye
Digerîya
Aware diçûyî
çolbirr diçûyî
Di nav rewrewkê de, li şoxa xwe digerî
Kê gotîye te
Rewrewk bersiva pirsên koçerî ne?

* * *

erê koçero
stêrikan(stêrikên bê nan û xwê) xewnên te
ji Cinawiran re digotin
ma te nedibihîst, tiqtiqa wan bû
bi qelûna te ya bê tûtin, dikenîyan?!
û min hey ban dikir Koçerooooo
dûr neçe, wê kolosê te bidizin
û kodika te ya tijî nabe, birevînin
û hey tu diçûyî jivana şoxa xwe.
Evîna wê ya xapînok, zixt li te didan
Ji ber laçîna di lingên te de
Refên kewan difirîyan
Gur li pey te digerîyan
Ma te nizanîbû Koçero
Bîna te ji berfa qeşmer tê?
çendî min gote te
Ji Mazîçinan bawer neke
Li berfê ewle nebe
Te guh li min nedikir û diçûyî
Dengê min di tirafa kerrbûna te de
Mîna berrûyan teqîya
Weke toza havîneke deştê li pey te kişîya
û tu li min nezîvirî.

* * *

tê bîra te
ma tê bîra te, me li ser agirê xezaman
di payizan de qehwe çê dikir?
Tê bîra te
Me sê qutî tûtin li ber tavapeyvê şewitandin?
Wê demê giyanê me jî dişewitî
Lê kî hay ji giyanan heye?
û kê ji min û te pêve, tîna şewatê naskirîye?
Tê bîra te
Me rûyê sibehan
Bi hêsrê xwe dişuştin
û ew di piyalên xwe yên vala de dilorandin
Wê demê min gote te:
Dûr neçe Koçer
Wê şalik û şapa te
Li bazaran bifiroşin û
Te ji Koçerî bixin
Lê tu çûyî
Tenê çûyî
Weke dareke Miradan
û axîna dawî ji evîndarekî yargawir
Tu diçûyî
Bi gavin teles û
Awirin şêt
Mîna çemekî xilmaş diherikîn gavên te
şopa te
mirin ji mijê didot
êdî gavên te
mîna goşîyên rezekî berdayî
hişk dibûn û
dengê min -weke ku gewrîya min jî şimakirî be-
nedihate te

* * *

erê koçero
te zome li dû xwe hişt
bi meşkên ku mîna dilê
te dikirin xuşîn
bi agirê ku li nava kuçikan bûye arî
û bi konên bendewar
zozan jî
mîna berbejnan
li milê çiyan dilerizîn
kî diwêre vê şevê berbejna bixwîne?!
Dengê min jî
Weke gîsnekî di berfê de rizîya
û tu nehatî
rrê Koçero tu nehatî.