A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Jan Dost - Bejna Çinarî
670 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Jan Dost - Bejna Çinarî

Ezê çibkim ji barana buharî
Evîna te bi ser min de dibarî

Weke hîva gulanê ye evînet
cîhan bê wê şikeftek kûr û tarî

du lêvên tey tenik hingiv dirêjin
şêrîn in rengê helbestek Hesarî

kenê tey nêrgizî şêrîn û nazik
dilê min hiştiye gêj û xumarî

ji te dûr im çivîk im bê perîk im
di xefkê de dikim axîn û zarî

dibe navê xwedê rokê ji bîrkim
ji bîrnakim tucar bejna çinarî

li benda te dimînim her şevê ax
li dil wek xenceraye bendewarî

evîna te dilê min kirye pêtek
çiqas ba tê venamre nabe arî

Bêrût 4.1.91