A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îsmaîl Silêman Hacanî - Asika Cûdî
181 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îsmaîl Silêman Hacanî - Asika Cûdî

hooo asika cudî!
hey xirnîka binxetê
vê nîvşevê
tu ji ku ve tê
ev çi xale li gerdenê
dil û çav naçinê
zerî esmer,
gerdenên zer, bi guleyên kûrexal nakin dîlan…
mamo, vê nîvşevê tu ji kuve tê

hooo aska cudî
hey xirnîka binxetê
vê nîvşevê,
beramber hinera te
hemû gehên nêraniya laşê min,
mê dibit vê nîvşevê,
li dewsa te, hemû hêviyên min,
yên geş kor dibin
vê nîvşevê,
beramber kufîka pora te,
hemû pîroziyên min ditewizin.

hooo asika cudî
hey xirnîka binxetê
vê nîvşevê, tu ji ku ve tê?
ger te pîroziyên xwe li Birca Belek
mizgefta sor ji dest dabin,
tu li vir nabînî Dîlan..
mamo ev duban e.. duban ha..
ha temaşe ke , kanî Hebeşan,
kanî Xezalan
îro jê re dibêjin ‘înzale iha ew nurha şahînê şêxo ye
banê Nêrgizê, cihê tewl û berbenên Haşim Mirûzî ye
kanîka Bûkan , tu zerkê menda, feraşîna Reşîdê Simo yî
dîlan mamo, ev ne berê Piştêşan e
eve sengerê lawên dînan e û qama he xuşîna kelexê waliyê osmaniyan e

hooo aska cudî
hey xirnîka binxetê
bilind û bilind hêv kê
ew ne riya kadizan e
û ne termê Mihê ye,
ew karwan e karwan
serkêş qoşenê çiyan e

hoo asika cudî
hey xirnîka binxetê
vê nîvşevê tu ji ku ve tê
te şimik çermê piyan e
gerdenî şerîteka fîşekane
guhark cot xelekên narîncokan e
kufîka pora te ala kurdan e
hêj beyarê bedenê negihayî taze cot kîvarkan serhildan e çavên memo, temo şemo xweziyan dibinê
îro kûçikên şivanan jêk dihincinin û bi kêlba diçinê dîlan mamo ne bi bextê min,
lê bi pîroziya rextê te
em kurd gişt ji xelkê re mamiz in û ji xwe re hov in
û ji nifşê guran e.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê