A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Teyemûm
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Teyemûm

Di nava min de zarokekî ji min xeyidî
Di dilê min de tu`yeke ji xwedê xeyidî
Dihefidînim
Eskîzên biwêjên ji ferhenga min ketibûn
Ji xwedayan re hiştim lama
Lama Mîna yê li Mensûriyê direcimînim
Adem çerixî li piziyê
Hestiyên berateyê dikevêjin
Lehengên av di gunikên wan de geriyayî
Bi nihîtan teyemûm dikin
Rustemên nizanim kê ..!
Li binê Sîpanê Xelatê poşman dibe Xecê
Behlûl im
çi fêhm dikim ji xwînê
Poşman im
Westiyayî me
Ji avakirina Cemayê têm
Avis im
Sed û heştê mehî me
Dikim dîsa ber biavêm.