A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Taldeya Lewitî
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Taldeya Lewitî

Di bajarekî ku meytê wî dijîn de me
Bişirîna sîlueteke xayîs
Diniqute hizna te ya kevnbûyî
qîrînên ku berî seridînê şikestine
dilivin di malzaroka şalayê de
û ji tîna endekoyan vedigere êvar
qurnefîlek kirî xwe bikuje
Ji porê te
Kengî bixwaze diweşe di kolaneke kifnikî de
Evîneke pandomîmî bêhn dike
Tên li hizna dengê te dilikumin çavên min
Zarok dixilmişin
Bi meytê min ê li metalan metelmayî re
di taldeyeke mazûvan de
Ji hîvê dihêwişînim kilaman
li kulekên hêwî
şevên dûr
û çêja hevokên kevzgirtî
Loma tên bîra min awirên te yên fediyok
û çeqelîkên naşî

Siya wêneyekî dihizire êvar
bi rênerîniyê
tebax dadigerin taxên xeydok
hê nû bi talanan dihisin zarok
baranên behetî, taldeyên lewotî, rengên weldizne
gulava li mijgulên te ket, û hêsrên te

û sibat diqurifin ji qiraxa çavên te

ji cihê ku hêsirên te lê ketin
dirivine agir
zenga zimanê zemên û ferhenga barûte
tu kîjan çiyayî bîpelîne sikrat
kîjan bajarî bipelîne berate
di xefkên xeyalên xurufî de
çiziyeke çiyayî li bîbikên hechecîkan dixewire

tê û awirên te dinikilîne meytê min