A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Lêbroînxwestinên Derengmayî
162 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Lêbroînxwestinên Derengmayî

1
Min tu
Di xêzka fila
Ya lîstikên li ser bênderan ji bîr kir
Bo pîrebokên pisîkî
Yên çavdîndoq nêrînên te ji min nedizin
min guhê xwe digirt
Ji çîrçîrokên pîrika xwe re
li şevên ku em
Hê beşdarî şevbihêrkan nebûbûn
hê wê demê
Ji ber bê
Darikê brûskê
Bi min vedikir diya min
Hê wê demê
awirên min
Ji dêvla çavên te
Hînî vexwarina şerabê
û reva ji malê nebûbû

bibexşîn
û min neêşîn
Bihêle ku bi mistek hesreta te
Dest bi xwekuştineke fedîkar bikim

II
li lêvên te
şitlên hebûna xwe min çand
û li ber siya
Maçîkirinên te yên xewlekirî
xewirîn êvarên hesretkêş
Di zivinga dil de
û ji jiyanên ku
Ji keviyên wan vegeriyabûm re jî
min helbest nivîsand
Bibexşîn
min neêşîn
Bihêle ku di rêzikeke piştî bîst salan de
dest bi xwekuştineke derengmayî bikim

III
xortaniya min
Li awireke te ya dilbijok seridî
Di şoreşeke hestkesêx de ramûsan
li bin çengan veşirî

bibexşîn min neêşîn
Bihêle ku di mêraniya mirî de
Dest bi ristina kindireke ji xwêdanê bikim

IV
Bişirînên esmer bî man
û di paxila te de tîna min
ger baran bibare
Dê ne li vir bim
bibexşîn min neêşîn
Bihêle ku di ewrên cûn de
Dest bi xwefetisandineke xeşîm bikim

V
Hê sênga min
Di şeva havîna binêm de ye
û cemidî ye
Rondika te ya şîn
Bibexşîn min neêşîn
Bihêle ku bi şeveke stembar re
biweşim ji payizeke bişîn

VI
te ez
Di êşa hişê xwe yî hilweşiyayî de
kuştim
û li şeveke
Ku li tenişta kulên te xilmaşbûyî
hiştim
Hê haş nebûne
Murxên di şevistana min de
ketibûn xefkên peyvên te
yên ku hîv çewisandibûn
Ji nû ve birîn bûn stêrkên şewqagir

êdî di êşa şevên maşînbûyî de bi êş im
û xirameta xwêdana weldizne me
Di stûyê peyvên hêwişandî de
bibexşîn
û min neêşîn
bihêle
Ku di xwêdaneke xilmaşî de ji fediyê bifetisim

VII
qîrîna bêdengiya te
Di zengeloka min de fetisî
Firidî ser şevên min ên ku te dihizirîm
nêrînên te yên bi hizn
Kulên xwe tev dan bîranînan
û bi surê ketin pelçemok
Di hêlînên xwe de
Min ji bîr kirin çîrokên bi sond
Te hinarkên xwe spartbuxa awirên paceyê
hîv rûmêşinîka te hizirî
Beyanî ji bîbikên hizra şevê bişirî
û tu ji stêrkên ku li paş ewran veşartîbûn nizilî
Bibexşîn
Min bi doşanîtî stend çavên te
bê te
Ku şewlê bidoşim jê
bo şevê
û heft salên bêdengiyê
lê zimanê min
Li çend rêzikên veşartî dericî

VIII
ne şevên min ên ku baweriya xwe
bi spêdeyên te bînin mabûn
Ne sibehên te yên ku êşa şevên min hilgirin
Ne `ez`eke ku
Ji bo mezelên çavên te bikujim mabû
Ne mezelên çavên te yên ku cesedên min ên lewitî
hilgirin

xencereke di qêlik de kevnbûyî bû jîn
bibexşîn
Bi mezinkirina dil a di qêlik de nedimeşiya evîn

IX
tu
teşîrêsa kindirê ji çîrokên bi kul rûyê min li sêpîkê
şipyayî daleqandî bû mîna çirûskên îsînê hingivî li çavên
min awirên te di şeveke li pêl jibîrbûyî de, li şêmûga kelama
Qedîm likumî ferhenga min a kevzgirtî û bi kifnik di
rêyên rizyayî re dageriyam ji tenêtiya xwe ber bi tevngeha
Ku te lê qolincên qelaçî dirêsiya ji rahnên şevê û tu ji
çarmîxê re vebişirî mîna meryemê loma bişirîneke kevn
bû li rûyê min rûyê min kevn bû.
û evîneke weldizne firidî ji tevzînokên tiliyên me.
Bibexşîn
Ger rûyekî kevn bike
Her evîn parîkî zinê ye

X
gerdena te ji zîvên kildayî
çavên te deryayeke bi gerînek bû
di şeveke şerabxur de
Li lêvên te yên berfdimskî likumîm
Bi ser wêneya eskîzên şerma westiyayî ve
û di çilkeke xwêdana fafikî de perpitîm
Lê bibexşîn
Hê jî newêrim bibêjim ku siya jana dilê te
Li deriyê jînenîgariya min dixe
û hê jî di xeniqe di gerînekê de gewrî