A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Kotel
146 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Kotel

Tiliyên nigên min
Di nav xwîna min de qeşa girtiye
Bi bayê kur
Di nêçîreke şewat de basktikeştî me
Hewt hewta sehan dev birîna min dike
Dihelim di nav şewqa hîvê de
çirûsandina stêrkan
Ku li tahtan dikeve
Dixurînim
Di tûrikên zewediyan de gelawej qûtê min
Qûtê min
Ji min dûr e
Tu ji min dûr
Gundên tisî bi ser min de dikumitin
Heft tebeqa di bine erde de diherim
Li dojeha neçîrvanan
Dibim çavên xezalan
Tama barûdê hêsirê min dibarîne
Hêsirê min
Ji min dûr e
Tu ji min dûr
Kulîna etîreke
Li kolana xwe dikim
Di koçkeriyê de berê dawî me
û di axkolkan de
Xwîniyê vetarî
Petkek baranê
Li eniya min dikeve
Ku nayê zanîn
Ji kîjan Demsalê mayî
Demsal
Ji min dûr e
Tu ji min dûr
Bi keviren tehnekirî
Ava dibe mezelê min
Kêvjal
Pêçiyên xwe mevred dikin
Li dar dibe KOTEL
Mirin nêz dibe
Erit dûr
Erit nêz dibe
Mirin dûr
û zelal
Mîna siya min
Siya min ji min dûr e
Tu ji min dûr