A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Kerbên Kal
193 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Kerbên Kal

Min dît kewek reviya
Ji destê lawik
Lêwik xwe nema girt
Kefa peqpeqokeke peşkek biharê
kuliya
Herkes çû
Ez mam
Qaşo
Wê jî kerbên xwe yên kal pêvtir
tişt nebirbiwa
Her ku xilmaş dibim
Li sariya buxa pacên min
Veger xwêdidin
Qevzek derya ye vîn
Sîmurg ji êvar de razaye lê li taldeyan
û birek kewên kedî
Peqpeqokên tavên biharê
dinikilînin
Dişibim bareşekî qop
çûnan dipêçim
Hew baran bû lê
Dilop bi dilop
Dikevajt qermîçokên bê
û li xewlê
Xirboqiyên nikilên kewên bê dê
Hew baran bû lê
û dihat
Devê min mişt şînavk
Min dît kerb
Ji destê lêwik firiya
Min nema xwe girt
Herkes ma
Ez çûm
Qaşo
Ji xezeba bê ezê li wir
bimirama