A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Hechecîk Ez û Çavên Te
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Hechecîk Ez û Çavên Te

Hechecîk biziviriyana ez diçûm
nedigihîştim pariyek awirên xwe
di avdonka mijankên te de biqijilînim

te radimûsim
û diçûm

hêlînên qirşikên wan keskînî
çiziyeke bizdandî

û bêhna kizirkên keserên te
li pey min

li peyvên şewibî diawiqîm.
Ku diçûm
di çîrokên çelînî de çavên te disebiqîn.